Hewldana suîkastê li Serokwezîrê Iraqê Kazimî

Bi droneyên çekdar êrîşek çû ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî. Di êrîşê de 6 zêrevan birîndar bûn.

Bi droneyên çekdar êrîşek çû ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî. Kazimî, bêyî ku tiştek pê were xilas bû, ji zêrevanên wî 6 jê birîndar bûn.

Tora Medyaya Ewlehiyê ya hikûmeta Iraqê diyar kir mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê bi 'droneyên çekdar' êrîş çûye ser. Hate diyarkirin rewşa wî ya tendiristî baş e.

Kazimî li ser hesabê xwe yê Twîterê got, ''Ez baş im, li gel malbata xwe me. Bang li her kesî dikim ku aram û xwînsar bin.''