Hevdîtina Trûmp û Pûtîn 2 saetan dom kir
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp li paytexta Fînlandiyayê li Helsînkiyê civiyan û civîna wan 2 saet û 10 deqe dom kir.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp li paytexta Fînlandiyayê li Helsînkiyê civiyan û civîna wan 2 saet û 10 deqe dom kir.
Piştî hevdîtinê Donald Trûmp ji endamên çapemeniyê re axivî û bi gotina ‘destpêkeke baş bû’ diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye.
Piştî hevdîtinê heyetên herdu welatan derbasî xwarina şevê bûn û tê payîn ku Pûtîn û Trûmp piştî xwarinê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Hevdîtina herdu lîderan li ser bûyerên demên dawî yên li Sûriyeyê, Ûkranya û lihevnekirina herêmên din yên bi krîz û ji ber ‘şerê bazirganiyê’ yê Trûmp ku li dijî gelek welatên cîhanê dayî destpêkirin, girîng tê dîtin.