Hevdîtina DYA-Talîbanê 'erênî' derbas bû

Hevdîtina veşartî ya navbera dîplomateke payebilind a DYA'yî û nûnerên Talîbanê li Dohayê pêk hat. Hate ragihandin ku 'işaretên gelekî erênî' ji hevdîtinê derketine.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Reutersê, çavkaniyekî ku tevlî hevdîtinê bû ragihand, hevdîtina navbera dîplomata payebilind a DYA'yî û nûnerên Talîbanê 'işaretên gelekî erênî' daye û biryar hatiye dayin ku hin hevdîtinên din jî bên kirin.

Hevdîtin di navbera Nûnera Taybet a DYA ya Başûrê Asyayê Alîce Wells û nûnerên Talîbanê pêk hat. Rojnameya Wall Street Joûrnal ev hevdîtin ragihand, lê hîn bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.

Kesê ji Reutersê re axivî ku cihê xwe di nava delegasyona ji çar kesan a tevgera Talîbanê de cih digirt, ji bo hevdîtinê got, "işaretên gelekî erênî da" û "di atmosfereke dostaneke de pêk hat." Hate ragihandin ku hevdîtin li oteleke li Dohayê pêk hatiye.

Berpirsyarê Talîbanê got, "Di vir de mirov nikare qala danûstandinên aştiyê bike" û wiha dewam kir: "Ji bo destpêkirina danûstandinên fermî, pêwîstî bi hin hevdîtinan hene. Me biryar dan ku di demeke nêz de ji nû ve li hev rûnên û şerê Afgan bi rêya diyalogê çareser bikin."

Li gorî heman çavkaniyê, ji ber israra tevgera Talîban hevdîtin bêyî nûnerekî hikumeta Afgan pêk hat.

Li paytexta Qatar Dohayê buroyeke siyasî ya Talîbanê heye. Di navbera Talîban û Amerîkiyan de mehên dawî du hevdîtinên din hatibûn kirin.

Rojnameya New York Tîmesê îdîa kir ku DYA plan dike, herêmek berfireh a nifûsa xwe kêm e ji Talîbanê re bihêle. Li gorî rojnameyê, bi saya vê taktîkê wê hêzên Afgan giraniyê bidin ser parastina bajarên Kandahar, Kûndûz û Kabûlê.

Ji 407 navçeyên li Afganîstanê tenê 229 jê di destê hêzên hikumetê de ne. 59 di destê Talîbanê de ne û 119 jî qada şer e di navbera her du aliyan de. Li Afganîstanê nêzî 14 hezar leşkerên Amerîkî hene.