Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Hestiyên leşkerê Fînlandiyayî piştî 79 salan hatin dîtin

Leşkerê Fînlandiyyaê ku di şerê navbera Fînlandiya û Yekîtiya Sowyetan de sala 1940'î jiyana xwe ji dest da Kalle Multanen, hestiyên wî hatin dîtin.

Di Şerê Zivistanê yê Yekîtiya Sowyetan û Fînlandiyayê de (30'ê Mijdara 1939-13'ê Adara 1940) zêdeyî 20 hezar leşkerên Fînlandiyayî jiyana xwe ji dest dabûn. Bi deh hezaran leşker jî birîndar bûbûn. Piştî bidawîbûna şer Yekîtiya Sowyetan 847 leşkerên Fînlandiyayî yên esîr wergirtibû ji welatê Fînlandiyayê re şand. Lê belê agahî ji beşek ji leşkeran nehate wergirtin, lewma weke winda hatin qeydkirin.

Yek ji leşkerên winda jî Kalle Multanen bû ku ji bajarê Kuopio tevlî artêşa Fînlandiyayê bûbû. Girava Karelya ku Multanen lê wezîfedar bû di navbera her du artêşan de şerekî giran qewimî. Piştî peyaman aştiyê ya 13'ê Adara 1940'î agahî ji Multanen nehate wergirtin. Di 12'ê Sibata 1940'î de weke winda li arşîvên artêşê hatibû qeydkirin. Piştî şeş mehan ji ber ku nehate dîtin mirî hate qebûlkirin.

Malbata wî bi dehan salan têkoşiya ji bo ku Kalle bibîne. Xaça Sor xiste dewrê û li kampên êsîran geriya. Lê belê ji ber ku encamek wernegirt li bajarê Kuopio ku Multanen li wir ji dayik bû gorek amade kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Swêdê Yle, agahî ji neviya birayê Multanen Maria Blomberg re hate dayin ku hestiyên Kalle hatine dîtin.

Di testa DNA'yê de eşkere bû ku hestiyên li gundê Taipale yê Rûsyayê hatine dîtin ên Multanen e.

Hestiyên Multanen piştî 79 salan li gora vala bi merasîmekê hatin veşartin.

Di vê navberê de nameya dawî ya Multanen a ji bo malbata xwe ji eniya şer nivîsî bû hate dîtin. Multanen ku name di Çileya 1940'î de ji pîra Blomberg Helmî re nivîsî wiha digot, "Hêvî dikim ku êdî ev şer biqede. Bi vî rengî wê Aatto (Kalê Maria Blomberg) ji hatine eniya şer rizgar bibe. Dema ku vegeriyam dibe ku wî aciz bikim. Wî gelekî dixwest ji bo welatê xwe şer bike."