Hesabgirê Aûschwîtzê wê cezayê xwe bikişîne

Dadgeha Federal a Elmanyayê, der barê endamê berê yê SS Oskar Gronnîng de, ku li nava raya giştî weke "Hesabgirê Aûschwîtzê" tê naskirin û tevî ku 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn jî li derve ye, biryara xwe eşkere kir.

Sala 2015'an, li endamê berê yê SS Oskar Gronnîng 4 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn, ji ber ku di dema Nazî de li kampa komkujiyê ya Aûschwîtzê alîkarî da mirina girseyî. Ev biryar li Elmanyayê gaveke nû bû. Ji ber ku Gronnîng yekser mirov nekuştibû, lê belê dadgehê tevî vê yekê jî ragihandibû ku Gronnîng destek daye mirina girseyî.

Bi sûcdariya "Alîkarî daye kkuştina zêdeyî 300 hezar kesî" 4 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Lê belê hat ragihandin ku şert û mercên girtîgehê wê rewşa wî ya tenduristiyê bêhtir nebaş bike, Gronnîng neşandibûn girtîgehê.

Der barê vê darizandinê de ku wextekê di rojeva Elmanyayê de ma, dadgeha federal biryara xwe ya dawî da. Dadgehê hincetên li ser 'neketina girtîgehê ya Gronnîng' red kir û destnîşan kir ku dibetiya 'nebaşbûna rewşa tenduristiyê' nayê wê wateyê ku cezayê xwe nekişîne.

Gronnîng endamekî SS bû ku ji komkirin û qeydkirina eşyayên bi qîmet ên Yahûdiyên bi trenê dianîn kampa Awûschwîtz-Bîrkenaû berpirsyar bû.

Gronnîng di dema darizandinê de tenê gotibû ku ew ji ber bûyerên qewimîne xemgîn e û poşman e. Gronnîng ku piştî perwerdeya bankakariyê bi dilxwazî tevlî hêzên SS bû, sala 1942'an dema 21 salî bû ew şandibûn kampa Aûschwîtzê.

Tê texmînkirin ku ki kampa Naziyan a Awûschwîzt-Bîrkenaû ya li nava Polonyayê mîlyonek jê Yahûdî 1.1 milyon mirov hatin kuştin.