'Hesabgir'ê Kampa Komkirinê ya Auschwitzê mir

Yek ji Naziyên herî dawî yên sax Oskar Gröning ku weke 'hesabgir'ê Auschwitzê jî dihate naskirin, mir.

Oskar Gröning ku salên dawî di dozên dijî Naziyên berê de li Elmanyayê navê wî gelekî dihate bilêvkirin, hate ragihandin ku li Nexweşxaneyê di 96 saliya xwe de miriye.

Li gorî daxuyaniya parêzerê Gröning, Naziyê berê roja Înê miriye.

Oskar Gröning li Kampa Komkirinê ya Auschwitzê ya Nazi wezîfedar bû, ku li wê kampê 1,1 milyon Yahûdî hatin kuştin. Derketibû holê ku Gröning ê bi navê 'Hesabgirê Auschwitzê' para xwe di kuştina 300 hezar Yahûdiyan de heye. Tespît bûbû ku Gröning pere û eşyayên bi qîmet ên Yahûdiyên anîn kampê derbasî Berlînê kiriye.

Sala 2014'an ji ber sûcê "hevkariya sûcê mirovahiyê" 4 sal ceza li Gröning hatibû birîn. Gröning ji ber hevkariya xwe ya sûcê qirkirinê lêborîn xwestibû.