Herî kêm 73 penaber di trajediya li peravên Sûriyeyê de mirin

Hate ragihandin, ku ji ber noqbûna keştiya penaberan a li peravên Sûriyeyê, 73 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Keştiyeke penaberan ku piraniya wan Sûriyeyî û Lubnanî bûn, piştî ku ji Lubnanê bi rê ket, li peravên bajarê Tartûs ê Sûriyeyê noqî bine avê bû.

Wezîrê Veguhastinê yê Lubnanê Alî Hemieh ragihand ku di encama noqbûna keştiyê de herî kêm 53 penaber mirine. 

Li gorî Hemieh ragihand, derdora 20 penaber hatine rizgarkirin û li nexweşxaneyê tên dermankirin. Wezîrê Lubnanî got: "Piraniya kesên birine nexweşxaneyê alîkariya oksîjenê werdigirin, hin ji wan jî di beşa lezgîn de tên ragirtin."

Midûrê Giştî yê Benderên Sûriyeyê jî got: "Li gorî hin kesên rizgarbûyî, keştiya ku ji 120 heta 150 kesî tê de bûn ji herêma El Minieh a bakurê Lubnanê derketiye."

Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê herî kêm 73 kes mirin.

Di meha Nîsanê de, keştiyeke pir qelebalix li beravên Trablusê di encama şopandina hêzên deryayî yên Lubnanê de noqî avê bibû û 6 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev bûyer li welat bû sedema hêrsa civakî.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka sala 2020'an û vir ve herî kêm 38 keştiyên ku zêdetirî 1,500 kes tê de ne, ji Lubnanê bi rêya behrê bi awayek ‘dervîqanûnî’ derketine an jî hewl dane ku derkevin.