Herî kêm 22 koçber hatin kuştin

Çeteyên ku ji Libyayê heta Îtalyayê mirov dibirin, herî kêm 22 koçberên Efrîqî qetil kirin.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê ya ku agahiyan dispêre meqamên Libyayê, li bajarê Sabrata ê ku dikeve rojavayê welat, jiber lihevnekirinên gelek koçber ji aliyê çeteyên ku mirovan li ser avê re derbas dikin ve hatin kuştin.

Li gorî îdîayê, di dawiya hefteya bihurî de li Sabratayê koçberên ku dixwestin derbasî Îtalyayê bibin, ji ber rewşa hewaya xirab diyar kirin ku ew li keştiya anîn siwar nabin. Li ser vê yekê di navbera koçber û çeteyên ku bazirganiya koçberan dikir de alozî derket, li ser vê yekê 22 koçber hatin kuştin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ev bûyer ji aliyê Heyva Sor a Lîbyayê ve jî hatiye piştrastkirin, diyarkirin ku têkildarî bûyerên ne xwedî agahiyên berfireh in.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ji serê vê salê ve nêzî 20 hezar koçber li ser Deryaya Spî re xwe gihandine welatên Ewropayê. Lê dîsa di heman demê de 521 koçberan jî jiyana xwe ji dest dane, ev jî dide nîşandan ji her hezar koçberan 26 kes di rê de jiyana xwe ji dest dide.