Her yek ji sê senatorên Fransayê jin e
Li Senatoyê, ku yek ji saziyên Fransayê ye ku sîstema baviksalariyê lê bi xurtî serdest e, yekemcar tesmîla jinê gihîşt rêjeya 30 ji sedî.
Li Senatoyê, ku yek ji saziyên Fransayê ye ku sîstema baviksalariyê lê bi xurtî serdest e, yekemcar tesmîla jinê gihîşt rêjeya 30 ji sedî.
Di hilbijartinên roja Yekşemê de ku 171 ji 348 endamên Senatoyê hatin hilbijartin, ji namzetên LREM partiya Serokkomar Emmanûel Macron, tenê 28 namzet bi ser ketin.
Partiya Komargeran a li mûxalefetê jî (LR) hejmara kursiyên xwe gihand 171''ê. Hejmara kursên Partiya Sosyalîst (PS) û partiyên din ên çep ên pê re tifaqê dikin, hejmara kursiyên xwe ihand 96'an. Kursiyên Partiya Komunîst (PCF) jî 10 e.
Partiya navendî-lîberal MODEM, ku ji derve piştgiriyê dide polîtîkayên hikumetê, hejmara kursiyên xwe gihand 41'ê.
HEJMARA SENATORÊN JIN, YEKEMCAR GIHÎŞT 100'Î
Li Senatoya Fransayê, ku ji ber emrê endamên wê bi giranî di ser 60 re ye û piraniya wan jî zilman in dihate rexnekirin, temsîliyeta jinan zêde bû. Hejmara senatorên jin bi 6 endaman zêde bû û gihîşt 100'î. Bi vî rengî rêjeya senatorên jin gihîşt 29 ji sedî.
Wekî din ji nava 171 senatorên îsal hatin hilbijartin, 57 jin e.
Li Fransayê, 3 salan carekê nîvê endamên Senato, Şaredarî, Meclîsên Giştî yên Bajaran û Konseyên herêman bi navê 'Hilbijartinên Mezin' tên hilbijartin.