Her diçe bîlançoya Covîd-19 girantir dibe

Her roja diçe bîlançoya şewba vîrûsa Covîd-19 a li cîhanê girantir dibe.

Ji ber şewba vîrûsa Covîd-19 li tevahî cîhanê hejmara kesên bi şewbê ketine gihişte 3 milyon û 327 hezar kesî, 234 hezar kes jî mirni.

Welatê herî zêde kes lê mirî di serî de DYE, piştre Spanya, Îtalya, Îngîltere, Feransa û di rêza 7’an de jî Tirkiye tê.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê hejmara kesên ji ber Covîd-19 saxbûna 1 milyon kes derbas kir.

TIRKIYE

Li gorî agahiyên duh ên rayedarên Tirk parvekirine, 120 hezar û 204 kes bi şewbê ketine û 3 hezar û 174 kes jî mirine.

Ofîsa Endazyarên Axê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê (TMO) du avahî ji ber derketina testa pozîtîf a kesekî hatine karantînakirin. Têkildarî rewşa kesê bi şewbê jî ketiye ti agahiyek nehatiye parvekirin.

BÎLANÇOYA LI HINEK WELATAN WIHA YE:

Li DYE’yê 1 milyon û 95 kes bi şewbê ketine, 63 hezar kes jî mirin.

Li Îtalyayê 205 hezar kes bi şewbê ketine, 28 hezar jî mirine. 100 hezar jî tên dermankirin.

Li Spanyayê 240 hezar kes bi şewbê ketine. 24 hezar û 500 kes jî mirine.

Li Fransayê 167 hezar kes bi şewbê ketine, 24 hezar û 300 kes jî mirine.

Li Îngîltereyê 171 hezar kes bi şewbê ketine, 26 heza û 771 kes mirine. 144 hezar jî tên dermankirin.

Li Elmanyayê 163 hezar kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 632 kes mirine.

Li Belçîkayê 49 hezar kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 703 kes mirine.

Li Swîsreyê 29 hezar û 705 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 737 kes jî mirne.

Li Hollandayê 39 hezar û 791 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 893 kes jî mirine.

Li Îranê 95 hezar û 646 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 91 kes jî mirine.

Li Rûsyayê 114 hezar û 431 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 169 kes jî mirine.