Hemû rêyên li Erîvanê hatine girtin

Bi deh hezaran kes li Erîvanê daketin qadan û rêya ber bi balafirgehê jî di nav de hemû rêyên li bajêr girtine.

Lîderê mûxalefetê Nîkol Paşîniyan ji ber ku ji aliyê parlamentê ve weke Serokwezîr nehate hilbijartin, bang li gelê Ermenî kir ku dest bi bê îteatiya sivîl bike.

Rêya ber bi balafirgehê jî di nav de hemû rêyên li bajêr hatin girtin. Gelek dikan û kargeh hatin girtin.

Parlamenter Nîkol Paşîniyan ku pêşengiyê ji çalakiyan re dike, di dengdana Sêşemê de li Parlamentê weke Serokwezîr nehate hilbijartin. Paşîniyan dengê 45 parlamenteran girt û pêwîstiya wî bi 8 dengên din hebû. Lê belê piraniya endamên parlamentê ji Partiya Komarger in ku Serokwezîrê îstifa kir Serj Sarkisyan pêşengiyê jê re dike. Vê partiyê dengê xwe neda Paşîniyan. Paşîniyan dema li parlamentê diaxivî li wekîlên partiya desthilatdar vegeriya û hişyarî da ku eger neyê hilbijartin wê 'tsûnamiya siyasî' rû bide.

Ji 13'ê Nîsanê û vir ve bi deh hezaran kes li Ermenîstanê çalakiyan dikin. Roja 23'ê Nîsanê Serj Sarkîsyan ji ber nerazîbûna gel neçar ma îstifa bike.

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî Serj Sarkîsyan didan ku piştî du serdemên Serokkomariyê ji aliyê parlamentê ve ji bo Serokwezîriyê hate hilbijartin.