Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Helîkoptêra ku Serekerkanê Hindistanê tê de bû, ket

Hate ragihandin helîkoptêra ku Serekerkanê Hindistanê Bîpîn Rawat tê de bû, ketiye.

Li gorî daxuyaniyê ya Hêzên Hewayî helîkoptêra leşkerî ya bi tîpa M-17V5 a bi mohra Rûsyayê li welatê Tamîlan ketiye.

Hate ragihandin helîkptêr ber bi saziya ku li ser qada berevaniyê perwerdehî lê dihate dayin, diçû. 

Medyaya Hîndê dîmênên ku qerqoteyên helîkoptêrê didin li derewê qeliband.

Medyaya xwecih diyar kir helîkoptêr ji baregeha hewayî ya Sulurê rabûye.