Heke Brexît pêk were wê Îskoç piştgiriyê bidin serxwebûnê!

Li gorî anketeke ku li Îskoçyayê hatiye kirin heke Brexît pêk were, wê gelek kes dengê xwe bidin serxwebûnê.

Li gorî anketa rojnameya Sûnday Tîmesê Keyîtiya Yekgirtî ji Yekîtiya Ewropayê derkeve wê 51 ji sedê Îskoçan dengê xwe bidin serxwebûnê. Lê heke di nav YE de bimînin wê 58 ji sedî kes dengê xwe bidin dijî serxwebûnê.

Di dema referandûma sala 2016’an de 62 ji sedê Îskoçan dengê xwe dabûn dijî mayina di nav Yekîtiya Ewropayê de. Li Keyîtiya Yekgirtî jî 52 ji sedî kesan diyar kiribûn ku ew dixwazin ji Yekîtiya Ewropayê derkevin.

Brîtanyaya Mezin xwe amade kiriye ku di 31’ê Çileya 2020’an de ji Yekîtiya Ewropayê derkeve. Lê hilbijartina di 12’ê Kanûnê de dibe ku encamê biguherîne.