Hejmara welatiyên YE yên Brîtanyayê diterikînin zêde dibe

Li Brîtanya Mezin, ku danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) didomîne, zêdebûna hejmara koçberan li gorî salên bihurî kêm bû. Hejmara welatiyên Ewropî yên vî welatî diterikînin jî zêde dibe.

Li gorî hejmarên dawî yên ji aliyê Buroya Statîstîkan a Neteweyî (ONS) hatin weşandin, hejmara koçberên ji 1'ê Nîsana 2016'an heta 31'ê Adara 2017'an hatin Brîtanyayê, gelekî kêm bû. Bi derxistina hejmarên mirin-jidayibûnê re, hejmara koçberên hatin Brîtanyayê li gorî sala bihurî bi 81 hezarî kêm bûye û 246 hezar e.

Bi vî rengî zêdebûna hejmara koçberan a li Brîtanyayê, daket asta herî nizm a sê salên dawî.

BI GIRANÎ JI WELATÊN ROJHILATÊ EWROPAYÊ NE

Statuya welatiyên Ewropayê ya piştî derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê hê zelal nebûye. Lewma derdikeve holê ku welatiyên Yekîtiya Ewropayê bi giranî dixwazin ji Brîtanyayê derkevin. Li gorî daneyên ONS'ê, di nvaa salekê de 33 hezar welatiyên Yekîtiya Ewropayê Brîtanya terikandine.

Ji nava welatiyên Yekîtiya Ewropayê bi giranî welatiyên Çekya, Estonya, Lîtvanya, Letonya, Macarîstan, Polonya, Slovenya û Slovakya vî welatî diterikînin.

588 HEZAR KES HATIN

Bi giştî, heta Adara 2017'an di nava salekê de 588 hezar koçber hatine Brîtanyayê. Li gorî salek beriya xwe ev hejmar bi 50 hezar kesî kêm bûye.

Hejmara mirovên Brîtanya terikandine, li gorî salek berê bi 31 hezarî zêde bû û gihîşt 342 hezarî.