Hejmara sivîlên li Afganîstanê tên kuştin zêde dibe

Li Afganîstanê ku têkoşîna li dijî Talîban û çeteyên DAÎŞ'ê dewam dike, hejmara sivîlên sivîlên tên kuştin zêde dibe.

Li gorî agahiyên ji aliyê mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Afganîstanê UNAMA ve hatin dayin, di şeş mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 1.692 sivîl mirine. Li gorî 6 mehên destpêkê yên par, rêjeya mirina sivîlan 1 ji sedî zêde bûye. Herî kêm 3430 sivîl jî birîndar bûn.

SALÊ ZÊDEYÎ 10 HEZAR SIVÎL DIMIRIN Û BIRÎNDAR DIBIN

Li gorî daneyên UNAMA, par 3 hezar û 438 silvî mirin, zêdeyî 7 hezar sivîl jî birîndar bûn. Li gorî heman daneyan, di navbera salên 2014-2017'an de hejmara sivîlên her sal tên kuştin û birîndar dibin, zêdeyî 10 hezar e.

Îsal 427 sivîl ji ber êrîşên bombeyî hatin kuştin. Zêdeyî nîvê van êrîşan ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin kirin. Di şerê çekdarî de herî kêm 157 jin û 363 zarok mirin. Hate ragihandin ku hêzên Afgan û Amerîkî jî ji ber bomberdûmana bi balafirên şer ji mirina sivîlan berpirsyar in.

TALÎBAN YEK JI ŞEŞÊ WELÊT KONTROL DIKE

Çeteyên DAÎŞ'ê bi giranî bi êrîşên xwekujî dikevin rojevê. Talîban jî ku sala 2001'ê bi destwerdana NATO'yê re ji desthilatdariyê hate xistin, bi giranî êrîşê dibe ser saziyên fermî û leşkerî. 14 ji sedî yê Afganîstanê di kontrola Talîbanê de ye. Ji bo kontrokirina yek ji sê parên welêt jî şer diqewime. Talîban agirbesta bi hikumeta Afganîstanê re red dike.

Talîbanê ku sala 1996'an kontrola welêt bi dest xist, bi rêveberiya şerî ya tund bal kişandibû ser xwe.