Hejmara pilingên li Hindistanê zêde bû

Yek ji welatên ku ji ber komkujiyan hejmara pilingan lê kêm bûye Hindistan e. Kêm jî be hejmara pilingan zêde dibe.

Li tevahiya dinyayê welatê ku hejmara herî zêde ya pilingan lê ye Hindistan e. Raporek der barê jimartina dawî hate weşandin.

Di raporê de ya bi navê "Rapora Texmînan a Pilingên Hindistanê ya sala 2018'an", hate ragihandin ku li gorî sala 2014'an rêjeya pilingan zêde bûye.

Li gorî raporê di sala 2014'an de hejmara pilingên li nava xwezayê 2 hezar 226 bû, lê di sala 2018'an de ev hejmar gihîştiye 2 hezar 967 pilingan.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi der barê raporê de axivî û diyar kir, zêdebûna hejmara pilingan ku her sal kêm dibe, 'destketiyeke dîrokî' ye. Modi got, "Em soza xwe ya ji bo parastina pilingan ji nû ve dubare dikin."