Hejmara mirovên li Perûyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 75 kesî
Li Perûyê, hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 75 kesî.
Li Perûyê, hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 75 kesî.
Barana ji ber El Nîno, ku bi germbûna Okyanûsa Pasîfîk re rû dide, li Perûyê rê li ber karesateke mezin vekir. Di serî de paytext Lîma gelek bajar di nava ava lehiyê de man. Hat ragihandin, hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane herî kêm 75 e.
Fikar hene, ku ev hejmar zêdetir bibe. Bi qasî 80 hezar kes jî ji ber lehiyê bê cih û war man e. Tê gotin, lehiyê yekser bandor li sed hezaran kesî kiriye.
Ji ber barana hefteyên dawî, li vî welatî karesatên herî mezin ên ji salên 2000'î û vir ve rû didin.