Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Nîpahê mirin bû 10 kes

Hate gotin, hejmara mirovên li başûrê Hîndîstanê ji ber vîrûsa Nîpahê jiyana xwe ji dest dane bûye 10 kes.

Berpirsyarekî bajarokê Kozhîkode yê herêma Kelarayê ji AFP'ê re ragihand ku 10 ji kesên bi vîrûsê ketibûn jiyana xwe ji dest dane.

Beriya niha hatibû eşkerekirin ku herî kêm 4 kes mirine û 94 kes jî li karantînayê hatine bicihkirin.

Vîrûsa Nîpahê ku li başûr û başûrê rojhilatê Asyayê rû daye, bi şevşevokên xwe bi fêkiyan xwedî dikin, belav dibe. 70 ji sedî yê mirovên bi vîrûsa Nîpahê dikevin dimirin. Vîrûsa Nîpahê cara yekê li Malezyayê sala 1998'an hate tespîtkirin. Navê wê jî ji herêma ku lê hate dîtin, tê.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, vîrûsa ku li nava mirovan jî belav dibe, dibe sedema îltihabeke kujer a mejî û rê li ber komayê vedike. Dermanekî ku vê nexweşiyê ji holê rake niha nîne.

Vîrûsa ku heta niha sê caran li Hîndîstanê rû da, cara yekê ye ku li Keralayê tê dîtin. Vîrûs bi giranî li herêmên bejahî yên Bangladeşê belav dibe. Ji sala 2001'ê û vir ve zêdeyî 100 kes ji ber vîrûsa Nîpahê li Bangladeşê mirine.