Hejmara miriyên erdheja Endonezyayê zêde bû

Di erdheja roja Înê bi tundiya 6.2 li girava Sûlawesî ya Endonezyayê pêk hatî de, hejmara miriyan gehişte 37’an.

Li gorî bîlançoya dawî di erdheja bi dijwariya 6.2 pileyî li rojavayê giravê rû dayî de, hejmara miriyan bû 37 û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Mamûjû ya ku herî zêde erdhejê bandorî lê kirî, 29 cenaze ji bin kavilan hate derxistin. Berpirsek ê tîmên beşa lezgîn diyar kir ku 10 kes jî bi saxî derxistin e.

Heta niha jî nayê zanîn ku di bin kavilan de çend kes man e.

Majene ya ciranê Mamûjûyê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Mamûjûyê nexweşxaneyek jî di nav de gelek avahî hilweşiyan. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li dehan nexweş û personelên tenduristiyê digerin ku di binê xirbeyan de mane.

Ajansa meteorolojiyê û jeofîzîkê hişyarî da ku erdhejên nû dikarin rû bidin û ji ber rîska tisûnamiyê bang li gel kir ku xwe ji peravên deryayê dur bikin.

Roja Pêncşemê jî bi dijwariya 5.8 pileyî li herêmê erd hejiya bû, lê tiştek bi kesî nehatibû.

Li herêma Palû ya girava Sûlawesiyê di Îlona 2018'an de bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya bû. Di vê karesaetê de zêdeyî 4 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, herî kêm 170 hezar kes jî neçar mabûn warê xwe biterikînin.

Sala 2004'an li peravên Sûmatrayê ji ber erdheja bi dijwariya 9.1 pileyî tisûnamî çêbûbû, 170 hezar ji wan li Endonezyayê 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.