Hejmara miriyan 83 hezarî derbas kir

Li tevahî cîhanê 1 milyon û 400 hezar kes bi şewba pandemî ya Covîd-19 ketine, her wiha hejmara kesên mirî jî 83 hezarî derbas kir. Herî zêde kes li Ewropa bi vê vîrûsê dikevin û dimirin.

Her diçe şewba Covîd-19 li tevahî cîhanê belav dibe. Li gorî daneyên demî yên rast ên zanîngeha John Hopkînsê ji saet 14:00 û şûn ve hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihiştiye 1 milyon û 446 hezar kesî. Her wiha 83 hezar zêdetir jî mirine. Dîsa li gorî heman nexşeyê ji meha Kanûnê û vir ve li tevahî cîhanê 308 hezar kes jî baş bûne.

ILO: DIBE KU 195 MILYON KES JI KARÊ XWE BIBIN

Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye raporek ku dê vîrûsa koronayê li ser aborî û xebatê bandorê bike belav kir. Di raporê de hat gotin ji ber şewba kûrewî de di her sê mehên salê de saetên xebatê ji sedî 6,7 ji holê hat rakirin. Ev windahiya saetan beramberî wê yekê ye ku 195 milyon kes ango karkerên ku kar dikirin e.

TIRKIYE

Her diçe li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û pê dimirin jî zêde dibin. Li gorî daneyên fermî ku ji aliyê rayedarên Tirk ve duh hatin parvekirin 725 kes mirine û 34 hezar û 109 kes jî bi vîrûsê ketine.

WHO

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) bal kişand ku li Tirkiyeyê her diçe hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêde tdibin.

HDP SEFERBER BÛYE

HDP çawa ku li gelek bajaran li Stenbolê jî piştevaniya civakî xurt dike. HDP’ê ji bo xweparastina ji şewba Koronayê ji bo pêwîstî û daxwazên gel pêşwazî bikin li gelek navçeya komîsyon avakirine. HDP ji bo pêşwazîkirina daxwazên gel bûye seferber.

REWŞA GIRTIYAN

Desthilata AKP-MHP’ê ya ji bo girtiyan ti tedbîr negirtiye agahiya mirinan ji girtîgehan tên bihîstin.

Li Girtîgeha Barfa ya Semsûrê girtiyê bi navê Mehmet Yeter ê 70 salî ku 3 sal bû girtî, hefteya borî ji ber vîrûsa koronayê rehmet kiribû.

Agahiyên ku li gelek girtîgehan septomên vîrûsa koronayê û dîsa nebûna amûrên paqijî û dezenfekteyê tên ragihandin.

LI EWROPAYÊ 750 HEZAR KES BI VÎRÛSÊ KETINE

Li gorî daneyên AFP’ê li Ewropayê bi kêmanî 750 hezar û 267 kes bi vîrûsê ketine. 58 hezar û 627 kes jî mirine. Li Ewropayê di serî de Îtalya, Spanya, Fransa û Elmanya ji şewbê pir bandor bûne û li van welatan zêdetirî 100 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Li gorî daneyên zanîngeha Johns Hopkîns li van welatan rewşa vîrûsê wiha ye:

Li DYE’Yê zêdetirî 400 hezar kes bi vîrûsê ketine, 13 hezar jî mirin.

Li Îtalya 135 hezar kes bi vîrûsê ketine, 17 hezar jî mirine. 94 hezar jî tên dermankirin.

Li Spanyayê 146 hezar kes bi vîrûsê ketin, 14 hezar zêdetir jî mirine. 85 hezar jî tên dermankirin.

Li Fransa jî 109 hezar kes bi şewbê ketine, 10 hezar û 300 kes mirin. 80 hezar jî tên dermankirin.

Li Elmanyayê 107 kes bi vîrûsê ketine, 2 hezar zêdetir kes mirine. 70 hezar jî tên dermankirin.

Li Îngîltere 55 hezar kes bi vîrûsê ketine, 6 hezar û 150 kes mirine. Zêdetirî 50 hezar kes jî tên dermankirin.

Li Hollanda 19 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, 2 hezar û 100 kes jî mirine. 17 hezar jî tên dermankirin.

Li Belçîka jî 23 hezar û 400 kesî zêdetir bi vîrûsê ketine, 2 hezar û 240 kes mirine. 17 hezar jî tên dermankirin.

Li Swîsre jî 23 hezar kes bi vîrûsê ketine, 840 kes mirine. 14 hezar jî tên dermankirin.

Li Swêd jî 7 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine, 600 kes mirine. Nêzî 7 hezarî jî tên dermankirin.

Li Îranê 64 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine. Nêzî 4 hezar kes mirine. Çavkaniyên mûxalîf jî radigihînin ku 19 hezar û 500 kes mirine.