Hêjmara mirî û ziyana erdheja Afganistanê zêde dibe

Li Afganistanê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 1000 kesan. Hate diyarkirin ku di bin avahiyên hilweşayî de bi dehan kesên din jî hene.

Bîlançoya erdheja bi dijwariya 6.1 pileyî ku sibeha çarşemê li rojhilatê Afganistanê rû da, kêlî bi kêlî zêde dibe. Li gorî rayedaran heta niha 1000 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1500 kes jî birîndar bûne; Tê payîn ku hêjmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Li gorî agahiyên xebatkarên tenduristiyê û alîkariyê, hejmarek zêde mirovan di bin kavilan de asê mane. Her wiha ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê û şimitîna axê nikarin xwe bigihînin mirovan.

Berpirsê Wezaret Karên Hundir Selahedîn Eyûbî diyar kir ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe û got: “Ji ber ku hinek gund li herêmê çiyayî ne, dê hinek dem bigire ku hûrgiliyan berhev bikin.“