Hejmara koçberên tên Spanyayê zêde dibe

Piştî Îtalyayê, hejmara koçberên tên Spanyayê di hefteyên derbasbûyî de zêde bû. Duh bi qasî 600 koçber gihîştin vî welatî.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Spanyayê, ji duh danê sibehê heta êvarê li peravên Cebelîtarik û Derya Alboranê 599 koçber hatine rizgarkirin.

Di nava van koçberên bi 15 bot û keştiyan ji Fasê bi rê ketin, pitikek û 35 zarok jî hebûn.

Piraniya koçberên hatin rizgarkirin, anîn bendergeha Tarîfayê. Li gorî agahiyan, boteke deryayê ya Îtalya jî tevlî karê rizgarkirinê bûye.

Bi koçberên duh hatî re, hejmara koçberên ji destpêka salê û vir ve gihîştine Spanyayê 8 hezar derbas kir.