Hejmara bêkarên li Fransayê zêde dibe

Li Fransayê, ku ev demeke dirêj e di nava lepên pirsgirêka bêkariyê de ye, li gorî hejmarên ku nû hatine eşkerekirin, bêkarî dîsa zêde dibe.

Li gorî hejmarên meha Tîrmehê, ku ji aliyê saziya peydakirina kar Pole-Emploî ve hatin eşkerekirin, hejmara bêkaran piştî kêmbûna di meha Hezîranê de, ji nû ve zêde bûye. Hejmara bêkarên li Fransayê bi rêjeya 1 ji sedî, yanî 35 hezarans zêde bû.

Bi vî rengî hejmara bêkaran gihîşt 3 mîlyon û 518 hezarî. Her wiha hejmara bêkarên nîvê rojê dixebitin jî zêde bû. Hejmara mirovên mehane ji 78 saetî heta 151 saetî dixebitin, bi 42 hezarî zêde bû û gihîşt 2 mîlyon û 103 hezar.

Bi herêmên Fransayê yên li aliyê din ê deryayê re, hejmara giştî ya bêkaran gihîşt 3 mîlyon û 775 hezar kesî. Hejmara mirovên çend saetan dixebitin jî 2 mîlyon û 151 hezar e. Hejmara bêkaran li gorî sala bihurî bi rêjeya 3 ji sedî zêde bû.

Li pêşiya Emmanûel Macron ku 100 rojên wezîfeya xwe tijî kir, pirsgirêka bêkariyê ye. Macron dixwaze heta sala 2022'an rêjeya bêkaran ku hê 10 ji sedî ye, daxîne 7 ji sedî. Di vê çarçoveyê de wê Macron bi rêya biryarnameyan Qanûna Xebatê li gorî dilê karsazanb biguherîne.