HDP: TOMA û gaza we nikarin bi me

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên polîsên Tirk ên li dijî çalakiyên şermezarkirinê da û diyar kir, TOMA û gaza we ya îsotê ku karibin bi milyonan mirovî asteng bikin nîne.

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tundiya polîsan a li dijî xwepêşandanên demokratîk û aştiyane didome.

Başaran bal kişand ser êrîşa giran a li dijî gel û parlamenteran û got, "Li Mêrdînê lingê sivîlekî ji aliyê polîsan ve hate şikandin. Li Wanê polîsan bi pihîn, kask, ço û maseyê hewl da çalakgerekî bikujin."

Başaran bi bîr xist ku li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Mûgla, Edene, Mersîn, Enqere û gelek bajarên din ên Kurdistan û Tirkiyeyê mirovên ku mafên xwe yên demokratîk ên şermezarkirinê bi kar tînin dibin hedefa tundiya giran a polîsên Tirk û destnîşan kir, ev yek nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP'ê çiqasî bêçare ye.

Başaran anî ziman, desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo sûcê xwe yê desteserkirina şaredariyan binixumîne hîn bêhtir bi êrîşkariyê tevdigere.

Başaran got, "Ev tundî, bêhiqûqî û êrîşkarî ne ya qebûlkirinê ye. Her kesên alîgirê mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li dijî vê tundiyê û yên ku fermana vê tundiyê didin çalakiyan bikin û li dijî desteserkirina şaredariyan têbikoşin.

Em ji desthilatdariya AKP'ê re dibêjin: Li her santîma şaredariyên me ku hûn pêşkêşî alîgirê xwe dikin, keda bi milyonan mirovên me heye. Ne TOMA'yên we ne jî gazên we yên îsotê têrê dikin ku li dijî bi milyonan mirovî bi kar bînin.

Ev kîn, nefret, zilma ku hûn li hilbijêrên HDP'ê, li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin wê bike ku hûn zûtir bi dawî bibin."