Hate gotin ku li Awûstûryayê plana komkujiyê ya DAÎŞ'ê hate astengkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê herî kêm 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku hate îdîakirin li Viyana û welatên cuda yên Ewropayê komkujî plan dikirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê herî kêm 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku hate îdîakirin li Viyana û welatên cuda yên Ewropayê komkujî plan dikirin.
Li gorî îdîaya ajansa nûçeyan a Awûstûryayê (APA), amadekariya komkujiyeke li navendên Noelê di kêliya dawî de hate astengkirin. Di nûçeya APA de hate ragihandin ku dê kesên ji Çeçenistanê ku guman dihate kirin li navenda Noelê ya li Viyanayê êrişê bikin hatin girtin.
Hate ragihandin ku yên hatin girtin ji 24 heta 31 salî ne û yek ji wan jî dema dixwest biçe Sûriyeyê hate girtin û hîn jî di girtîgehê de ye. Di nûçeya APA de hate gotin vî kesî bi rêya telefonê têkilî bi her du çeteyên Çeçen re têkilî danîne.
APA'yê ragihand ku her du kesên din ên plana komkujiyê dikirin dawiya hefteyê hatin girtin.
Dozgeriya Viyanayê der barê mijarê agahî parve nekir. Hate îdîakirin ku çete wê li bajarê Salzbûrg ê Awûstûryayê, li Elmanya, Fransa yan jî Luksembûrgê êriş bikirabûna.