Hat îdiakirin ku di çalakiyên li Îranê de zêdeyê 30 kesan hatine kuştin

Hat îdiakirin ku di çalakiyên protestoyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re li Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û dest bi çalakiyan kir. Çalakî roj bi roj mezintir bûn û di demekî kin de li seranserî bajarên Îranê berbelav bû.

Televizyona dewletê ya Îranê diyar kir ku di nav de çalakger û polîs tevî 17 kesan jiyana xwe ji dest dane lê eşkere nekir ku çend jê çalakger in çend jê polîs in.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ya bi navenda xwe li Osloyê, ji destpêka çalakiyan heta bi niha herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertek nîşanê zextên bi bêrehmî kirin û da xuyakirin ku hêzên dewletê li dijî xwepêşanderan serî li rêbazên neyasayî didin.

Her wiha xwe gihandina sepanên wek Instagram û Whatsappê jî hat qedexekirin. Dîsan di salên dawî de platformên wekî Youtube, Facebook, Telegram, Twitter û Tiktok hatin astengkirin, li welat sepanên herî zêde tên bikaranîn Instagram û WhatsApp bûn.