Hat îdiakirin ku di çalakiyên Îranê de 36 kes hatine kuştin

Rêxistineke sivil a li New Yorkê ragihand ku di çalakiyên şermezarkirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 36 kes hatine kuştin.

Çalakiyên ku piştî jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 13’ê Îlonê de li Tahranê ji aliyê polîsên exlaq ve êşkenceyê hat qetilkirin, li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat dest pê kirin, dewam dikin.

Navenda Mafên Mirovan ya Îranê, ku li New Yorkê ye li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Rayedar herî kêm mirina 17 kesan qebûl dikin, lê çavkaniyên serbixwe qala mirina 36 kesan dikin.”

Navenda Mafên Mirovan wiha ser zêde kir: “Wê bîlanço zêdetir bibe. Divê serkêşên navneteweyî, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku bê ku çekên kujer bên bikaranîn destûrê bidin çalakiyên şermezarkirinê.”

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî dîmenên çalakgeran li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, tê xuyakirin ku hikumeta Îranê li dijî gel guleyên rast, demançe û gazên rondîkbarîner bi kar tîne.”