Haşdî Şabî yekî Hîzbûllahî kir serkêşê xwe

Li şûna Ebû Mehdî Muhendî, yek ji fermandarên Hîzbûllahê bû serkêşê Haşdî Şabî.

Serokê duyemîn ê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs tevî Fermandarê Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê ji aliyê DYE'yê ve hatibû kuştin. Li şûna Muhendîs yek ji fermandarên Hîzbûllah a Iraqê Abdulezîz Ebû Fedek hate wezîfedarkirin.

Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Basrî têkildarî mijdarê daxuyanî da û anî ziman ku li şûna Muhendîs ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Haşdî Şabî Ebû Felek hatiye wezîfedarkirin.

Basrî anî ziman ku têkildarî vê biryara li nava Haşdî Şabî hate wergirtin di nava 2 rojan de wê Serokwezîr biryarnameyekê ragihîne.

Ebû Mehdî Muhendîs berê Alîkarê Serokê Haşdî Şabî bû û piştre wezîfeya Serokatiya Fermandariya Giştî meşandibû.

ENDAMÊ HÎZBÛLLAHÊ YE

Fedek weke yek ji fermandarên Tûgaya Hîzbûllah a Iraqê tê naskirin. Wezîfedarkirina Ebû Fedek li Serokatiya Fermandariya Giştî ya Haşdî Şabî nîşan dide ku komên ser bi Haşdî Şabî wê bi çi rengî ji niha û pê ve li dijî DYE'yê tevbigerin.