Haşdî Şabî Basrî xist şûna Muhendîs

Haşdî Şabî, li şûna Ebû Mehdî Muhendîs ê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin, Ebû Alî Basrî wezîfedar kir.

Di 3'ê Çileyê de tevî fermandarê Îranî Qasim Silêmanî Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs jî ji aliyê DYE'yê ve li Bexdayê hatibû kuştin.

Şûra Haşdî Şabî li şûna Ebû Mehdî Muhendîs Ebû Alî Basrî ji bo Alîkariya Serokê Haşdî Şabî wezîfedar kir.

KÎ YE?

Ebû Alî Basrî demeke dirêj fermandariya sereke ya Tûgaya Bedir kir ku alîgirê Îranê ye.

Ji bo fermandariya Tûgayên Bedir li şûna Basrî di sala 1998'an de Ebû Mehdî Muhendîs, di sala 2000'î de jî Hadî Amîrî hate wezîfedarkirin.

Basrî di sala 2003'an de wezîfeya Şêwirmendiya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê û piştre jî Şêwirmendiya Wezareta Kar kir.

Basrî dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Iraqê di sala 2014'an de tevî kurên xwe tevlî Haşdî Şabî bû û bû Fermandarê Operasyonan.