Harîrî vegeriya Beyrûdê

Saad Harîrî ku li Riyadê îstîfa xwe dabû vegeriya Lubnanê

Saad Harîrî piştî ku 4’ê Mijdarê li Siûdî îstîfa xwe dabû, bi Kralê Siûdî Selman bîn Abdulazîz re hev dîtibû, bi Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî û Fransayê re têkilî danîbû.

Piştî ku Saad Harîrî hikûmeta ava kirî, hê salek di ser re derbas nebûbû 4’ê Mijdarê li paytexta Siûdî Riyadê îstîfa xwe dabû. Harîrî dema ku îstîfa kirî gotibû Hîzbûllah û Îranê aramiya herêmê têk dide û ew fikar pê re heye ku suîqastê lêb ikin.

Serokkomarê Lubnanê Mîşel Avn jî li ser îstîfaya Harîrî gotibû, ‘’Em ji rewşa Harîrî ya niha bi fikar in. Divê vegerê Lubnanê û sedemên îstîfaya xwe bibêje. Heta ku vê neke îstîfa wî qebûl nabe.’’