Hamasê piştrast kir ku çar fermandarên wan hatine kuştin

Baskê çekdarî yê Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê fermandarê Tûgaya Bakurê Xezeyê Ahmed el Handûr jî di nav de çar fermandarên wan ên leşkerî hatine kuştin.

Tûgaya El Kassam ku baskê çekdar ê tevgera Fîlîstînî Hamasê ye, roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di dema êrîşa Îsraîlê de ya li ser xaka Fîlîstînê fermandarê leşkerî yê Tûgaya Bakurê Xezeyê û sê efserên din hatine kuştin.

Ahmed el Handûr endamê Konseya Leşkerî ya Hamasê bû û bi taybetî di sala 2006'an de di navbera Îsraîl û Şerîda Xezeyê de li nuqteya derbasbûnê ya Kerem Şalom a li başûrê xaka Fîlîstînê di êrîşa li ser artêşa Îsraîlê de rol lîstibû. Ji ber vê yekê jî ji sala 2017'an û vir ve ji aliyê DYE'yê ve weke 'terorîst' tê qebûlkirin.

Artêşa Îsraîlê jî gelek caran êrîşî El Handûr kir, ku di êrîşên beriya niha 2 zarokên wî hatibûn kuştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji sê kadroyên din ên hatin kuştin Ayman Sîam e ku weke serkêşê yekîneya roketan dihate naskirin.

Hamas têkildarî windahiyên xwe kêm caran daxuyaniyan dide.

Meha Cotmehê hatibû ragihandin ku ji fermandarên Tûgaya El Kassam Ayman Nofal li kampa penaberan a Bûreycê di êrîşa artêşa Îsraîlê de hate kuştin.

Li gorî hikumeta Hamasê li Şerîda Xdezeyê di êrîşên Îsraîlê de nêzî 15 hezar kes hatine kuştin.

Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî hefteya derbasbûyî ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve zêdeyî 50 fermandarên Hamasê kuştine. Lê belê ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehate piştrastkirin.