Hafter: Heta ku Tirk venekişin lihevhatin çênabe!

Xelîfe Hafter ku li rojhilatê Libyayê serweriya xwe daniye, got heke danûstandinên ji bo agirbestê ya li Cinêvê neçin serî ew ê bi rengekî leşkerî li dijî ''Tirkên dagirker'' rabin, ku Tirk destekê didin hikûmeta Trablûsê.

Hafter ê ku ji ajansa nûçeyan a Rûs Rîa Novostiyê re axivî, got, ''Heke li Cinêvê danûstandin bi aştî û ewlehiya welatê me bidawî nebe, leşkerên kirêkirî venegerin cihê ku jê hatî wê demê hêzên çekdar li dijî dagirkerên Osmanî-Tikran wê peywira xwe ya destûrî berevaniyê bikin.''

Li gorî Rîa Novostiyê Meraşal Hafter serdana Rûsyayê kir. Rûsya li pişt hêzên Heftar ên li Libyayê disekine.

Heftar her wiha got Sarac û Erdogan qewlên Konferansa Libyayê ya ku Çile li Berlînê dane bi cih nayînin û diyar kir, ''Sebra me heta bi deverekê ye.''

Li gorî Hafter danûstandinên li Cinêvê tenê bi şertê ku, ''Leşkerên kirêkirî yên Tirk û Sûriyê, piştî ku dewleta Tirk nema çek şandin Trablûsê û bi tinekirina hemû komên terorîst'' dikare biencam bibe.

Sefîrê taybet ê Libyayê yê NY'yê Ghassan Salame got agirbesteke mayinde ''pir zehmet e'' lê ne ''nêpêkan'' e.