Hafter agirbesta Tirk-Rûs red kir

Mareşal Halîfe Hafer ku li rojhilatê Lîbyayê serwer e, banga Rûsya û Tirkiyeyê ya ji bo agirbestê red kir.

Berdevkê Mareşal Halîfe Hafter Ahmed El Mesmarî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyonên wan ên leşkerî yên li dijî hêzên ser bi Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya navenda wê li Trablûsê ye, wê dewam bikin.

Mesmarî destnîşan kir, aramiya siyasî tenê dema "komên terorîst hatin îmhakirin", milîsên ku paytextê kontrol dikin bên betalkirin û bêçekkirin hingî pêkane.

Hêzên Hafter ji meha Nîsana 2019'an ve ji bo kontrolkirina Trablûsê operasyonê dikin. Di destpêka hefteyê de bajarê Sîrte yê li rojhilatê Trablûsê ye ku cihekî stratejîk e ketibû destê hêzên Hafter.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja Çarşemê di hevdîtina li Stenbolê de ji bo agirbesta li Lîbyayê bang kiribûn. Berjewendiyên Moskowa û Enqereyê yên li Lîbyayê li hev nakin.

Moskowa, Misir, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Fransa piştgiriya Hafter dikin, Tirkiye jî bi rengekî eşkere piştgiriya komên Îslamî yên navenda wan li Trablûsê ne dike.