Gûterres li şûna şer banga diyalog û li hevkirinê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, ku duh bi rengekî fermî dest bi kar kir, ji bo şerê li ser rûyê erdê bê qedandin, banga aştî û diyalogê li hikûmetan kir.

Gûterres daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hemû hewldanên me yên însanî yên weke rûmet, hêvî, pêşketin û aramî, bi aştiyê ve girêdayî ne." Gûterres destnîşan kir, aştî jî bi mirovan ve girêdayî ye.

Antonîo Gûterres şerê li cîhanê bibîr xist û destnîşan kir, alîkariya ji bo mîlyonan mirovên bûne mexdûrê şer, mijara sereke ye ku ew pê re mijûl dibe. Gûterres da xuyakirin, jin û zarok jî di nav de bi mîlyonan mirov mirin e, birîndar bûne, hatine sirgûnkirin û xizan e. Gûterres bibîr xist, li gelek herêmên şer, konvoyên alîkariyê û nexweşxane dibin hedefa êrîşan.

'DI VÎ ŞERÎ DE KES BI SER NAKEVE, HER KES WINDA DIKE'

Gûterres anî ziman, ji bo tinekirina sîstemên aboriyê û civakan bi trîlyonan dolar tên xerckirin û ji welatiyan û hikûmetên li gelemperiya cîhanê xwest, ji bo aştiyê bikevin nava hewldanan.

Gûterres banga piştgirî û diyalogê kir û li şûna şer banga li hevkirina li dora maseyên muzakereyê kir.

Serokwezîrê berê yê Portekîzê Antonîo Gûterres ku di 1'ê Çileyê de dest bi wezîfeya Sekreteriya Giştî ya NY kir, ji ber ku îro li DYA betlaneya sersalê ye, wê sibe li civata NY baxife.