Guterres ji bo îmhakirina çekên nukleerî bang kir

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres hişyarî kir ku mirovahî ne pir dûrî tunebûyîna bi çekên kîmyewî ye.

Sekreterê Giştî yê NY’yê di axaftina destpêka konferansa li ser Peymana Girtina Ber Li Berbelavbûyîn Çekên Nukleerî ya 191 welat tev lê bûn de wiha got: “Heta bi niha siûda me heye. Lê siûd, ne stratejî ne jî mertalek e ber li xirecira jeopolîtîk bigire ku veneguhere pevçûna nukleerî.”

Konferans, wê heta bi 26’ê Tebaxê li navenda NY’yê ya li New Yorkê dewam bike. Konferansa 10’emîn derba kirina di ber çavan re ya li ser peymanek a navneteweyî ya bi armanca girtina ber li berbelavbûyîn çekên nukleerî ya sala 1970’ê ket meriyetê, ji ber şewba Covid-19’ê ji sala 2020’î heta bi niha çend caran hatibû taloqkirin.

Guterres, diyar kir ku mirovahî li ber tunebûyîna ji ber çekên nukleerî ye û banga paqijkirina cîhanê ji çekên nukleerî kir.

Antonio Guterres her wiha derbirî ku ew, hêviya teahudên nuh ên tesdîq kirina bikarneanîna çekên kîmyewî ji nû ve û kêmkirina cebilxaneyan dike û got ku konferans fersendek e ji bo xurtkirin û adaptekirina peymanê li roja me ya îroyîn.

Guterres got ku garantiya yekane ya bikarneanîna çekên kîmyewî rakirina wan a ji holê ye û da zanîn ku ew ê beriya salvegera avêtina bombeya atomê bi çend rojan biçe Hîroşîmayê.

Guterres, îşaret bi wê yekê kir ku li seranserê cîhanê nêzîkê 13 hezar çekên nukleerî hatine stokkirin û hişyarî kir ku rîska pirbûyîna çekên nukleerî zêde dibe. Sekreterê Giştî yê NY’yê, bi taybetî îşaret bi krîzên li Rojhilata Navîn, nîvgirava Koreyê û Ûkraynayê kir.