Gûterres ji bo hêzên biyanî ji Lîbyayê bên derxistin bang kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku di danûstandinên têkildarî krîza Lîbyayê de pêşketin heye û bang li hêzên biyanî kir ku ji Lîbyayê derkevin.

Li gorî AFP'ê, Gûterres raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û tê de got, "Di diyaloga aborî, ewlekarî û siyasî ya navbera Lîbyayyan de ku ji aliyê Manûl (Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê) ve hate hêsanî kirin, pêşketineke berçav heye."

Gûterres got, "Aboriya Lîbyayê li ber têkçûnê ye" û ev bang li aliyên li Lîbyayê kir, "Ji bo berjewendiyên gelê Lîbyayê, ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya mayinde ji şer re, ji bo çareseriya pirsgirêkên aboriyê û sivikkirina rewşa însanî biryardariya xwe dewam bikin."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî her wiha bang li aktorên herêmî û navneteweyî kir ku bi hurmetê nêzî xala peymanê bibin ya ku vekişîna yekîneyên biyanî û hêzên bi pereyan şer dikin, ferz dike.