Guterres: Dem hatiye ku mirov zirara avhewayê cidî bibîne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres têkîldarî guhertina avhewa bi taybetî li welatên pêşketî ku bi xwe re zararên mezin tîne got ‘dema nîqaşkirin’ û ‘çalakiyên bi bandor in.’

Kêmtirî du meh ji lûtkeya avhewayê COP27 ya ku wê li bajarê Şarm El Şeyh a Misirê bê li dar xistin maye. Antonio Guterres û Serokkomarê Misrê Abdul Fettah El Sîsî bi rêya vîdeokonferansê bi serokên hin welatên pêşketî re civîneke girtî ji çapemeniyê re li dar xistin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser armanca sînordarkirina germahiya global di +1,5 pileyî de di Peymana Avhewayê ya Parîsê de û got, "Peyamên min eşkere bûn. Di derbarê rewşa awarte ya avhewayê de: Armanca +1,5 °C di bin cihaza bêhnstandinê de ye. Û ew bi lez qels dibe." Guterres got, "Em ber bi +3°C ve diçin."

Guterres bang li hukûmetan kir ku heya lûtkeya COP27 divê "çar mijarên sotemeniyê" çareser bikin: Û van çar mijaran wiha rêz kir; ji bo kêmkirina emîsyonê bilindkirina hêrsê, ji bo welatên bêparastin alîkarî kirin, adaptekirina bandor û fonên ku ji bo zêdebûnê hewce ne, û di dawiyê de "wendabûn" û "zerar".

Antonio Guterres got, "Dem hatiye ku di vê mijarê de nîqaşek cidî were kirin û gavên bibiryar bên avêtin."

Guterres ku hêvî dike COP27 ya Misrê mijarê bi vî rengî çareser bike, ew wek meseleya "edaletiya avhewayê, hevgirtina navneteweyî û avakirina pêbaweriyê" dît.