Guterres: Covîd-19 ji bo hemû mirovahiyê tehdîd e

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ragihand ku pandemiya Covîd-19 ji bo hemû mirovahiyê tehdîd e û ‘planake bersivdayînê ya ji bo mirovên cîhanê’ da destpêkirin. Di çarçoveya plana ku wê heta meha Kanûnê bidome banga bexşîna 2 milyar dorlarî kir.

Guterres ê bi dîman daxuyaniyek da diyar kir ku divê li dijî vê tehdîdê hemû mirovahî bersiv bide û got: “Çalakî û piştevaniyeke cîhanî bersiva herî baş e.”

Guterres bi domdarî got: “Bersivên takekesî yên ji bo welatan têrê nake.” hişyarî da ku berî niha jî diyar kiribû ku eger piştefanî nebe wê bi milyonan kes jiyana xwe ji dest bidin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê bi plana ku eşkere kir dike armanc ku di serî de ji bo welatên herî hejar ên cîhanê ku têkoşînê bi vîrûsê re bike dîsa wê ji bo jina, zarok, kal, astengdar û kesên xwedî nexweşiyên kironîk bibe bersiv.

Pandemiya ku meha Kanûnê derket û bû sedemê mirina 20 hezar kesî, êdî li welatên ku şer, karesatên xwezayî, dîsa ji ber guherînên avhewayê krîzên mirovî lê dijîn jî belav dibin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê diyar kir ku ji bo têkoşîna bi şewbê re bikin, bi armanca girtina dema meha Nîsan û Kanûnê banga bexşîna 2 milyar dolarî kir. Dema ku ev bi 2 hezar milyar dolar ên DYE ya ku ji bo aboriya Emerîka rizgar bikin re bîne beramberî hev bangeke nerm tê dîtin. Li bendêy eku  Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya girêdayî NY’yê 450 milyon dolar, UNÎCEF 405 milyon dolar, Rêxistina Xwurek a Cîhanê 350 milyon dolar ji vê sûd bigire.