Guterres: Cîhan bi devereke şaş ve diçe

Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres ji bo ku balê bikişîne ser guherîna avûhewayê got cîhan bi devereke şaş ve diçe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres diyar kir, di serî de guherîna avûhewayê û deriya covîdê cîhan bi devereke şaş ve diçe.

Guterres li Lijneya Giştî ya NY'yê axivî, diyar kir hêla Covîd-192ê sînyala alarmê ye û got, ''Em hê jî di xew de ne.''

Guterres ê ku gotî, ''Hêla koronayê serkeftina me ya kolektîf nîşan daye'', ji bo nirxên hevpar bal kişande ser mijara biryarên hevpar û got divê demildest tevgerek çêbibe.

Guterres her wiha rexne anî ser wan welatên ku deriya covîd-19'ê hilberandine lê kêm dihelberînin.

Guterres diyar kir biryarên ku îro wê bêne standin bandorê li ser dahatuyê bikin û got, ''Ji bo dahatuyeke ekoljîk, ewletir divê em biyarên nû bistînin.''

Guterres diyar kir ji bo parastina nirxên hevpar divê çanda piştevaniyê were çêkirin, rêbazên nû yên xebatê werin peydakir inû got, bang kir, ''ji bo rewşên lezgîn platformek'' were avakirin.