Gurcistan û NATO hevpar dest bi tatbîqateke berfireh kirin

Gurcistan û NATO hevpar dest bi tatbîqatekî leşkerî kirin. Bi hezaran leşker tevlî tatbîqatê dibin.

Tatbîqata ku Yekşemê destpê kir, ji DYE, Fransa û Qiralitiya Yekbûyî, Polonyayê derdorî 2 hezar û 800 leşker tevlî dibe.

Tatbîqat li navenda perwerdehiyê ya Vazîanî û Camp Norîa ya nêzî paytexta Gurcistan Tiflîsê pêk tê.

Serokwezîrê Gurcistan Gûîorgûî Gakharîa di merasîmê de xîtabî leşkeran kir û got: “Gurcistan parçeyeke herî girîng a pêkanîna entegrasyona Eûro-Antlantîkê pêkbîne dike hedef e.”

Serokwezîr ji bo tatbîqata ku wê heta 18’ê Îlonê bidome got: “Li welatê me ewlekariya aştiyê ye, ne li dijî tu kesê ye.”