Gueterres: Ji bo Sûriyeyê komîsyona destûra bingehîn hate avakirin

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Gueterres ragihand ku ji bo Sûriyeyê komîsyona destûra bingehîn hate avakirin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo ragihand ku komîsyonekî destûra bingehîn ku mûxalîf û deshilatdariya li Sûriyeyê digre nava xwe hate avakirin.

Gueterres ragihand ku komîsyon ew ê ji bo destûra bingehîn ya Sûriye û ji bo hilbijartinan kar bike.

Gueterres wiha domand; “Avakirina komîteyekî wiha ku ji aliyê Sûriyeyiyan ve were avakirin û birêvebirin sedemeke ji bo vekirina rêya polîtîk ya ji bo çareseriyê ye.” Gueterres diyar kir ku Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê Geîr Pedersen ew ê rojên pêşiya me de komîteyê kom bike.

Komîteya destûra bingehîn ku di civînekî 2018’an hate qebûlkirin ji 150 kesan pêk tê. 50 kes ji aliyê rejîmê ve, 50 muxalîf û 50 kesên din jî wê ji aliyê NY ve were diyarkirin.

Komîteya ku ji 150 kesan pêk tê wê komîteyekî teng a ji bo 15 kesan pêk were jî hebe. Komîteya teng wê ji rêveberina xebatan a bi lez berpisyar be.