Grêva xebatkarên rêya hesin ên Îranê didome

Li Îranê xebatkarên rêya hesin ji 20’ê Tîrmehê ve di grêvê de ne. Komeke xebatkaran gotin heta ku daxwazên wan bi cih bên ew ê grêvê bidomîni.

Xebatkarên rêya hesin ev du meh in mehmiza wan nadin wan, bi vê mebstê ji 20’ê Tîrmehê ve li Arak, Azerbaycan, Îsfehan, Horosan, Lorîstan û Zencanê grêvê dikin.

Li ser navê çalageran daxuyaniyek hate dayin û hate gotin bi hezaran xebatkarên rêya hesin yên ji lênerîna rêya hesin bepirs bi taloqkirî mehmiza xwe distînin. Çalakgeran gotin divê kontrata kar a domdar çêbibe, dawî li karavêtinê were, ewlehiya wan a tenduristiyê pek were û her wiha mafê wan ê sendika û grêvê were nasîn.

Serokkomar Hasan Rûhanî gelek caran got ew ê mehmiza karkeran bidin lê belê pêk nehat.

Li Îranê ne tenê xebatkarên rêya hesin di grêvê de ne. Bi sedan xebatkarên qamîşa şekir Haf Tapeh, Şemiyê ji bo ku cara duyê mehmiza wan tê derengxistin çalakî krin. Xebatkarên Haf Tapeh gotin bi mehan e pereyên xwe nastînin.