Greva Ryanair berbelav dibe: Pîlotên Elman jî beşdar bûn

Şirketa asîmanî ku bi erzanî dixebite Ryanair, bi tevlîbûna pîlotên Elman a grevê, eşker kir ku 250 serferên balafirê betal kirine.

pîlotên şirketa Îrlandayê Ryanair, bi hinceta ku şert û mercên wan ê xebatê nebaş in, grev dabûn destpêkirin.  Şirketa Îrlandayê Ryanair duh ragihandibû ku roja 10 Tebaxê li Swêd, Belçîka û Îralandayê 146 seferên balafiran betal kirine.

Roja çarşembê bi tevlîbûna pîlotên Elman, hate ragihandin ku 250 seferên balafiran hatine betalkirin. Sendîkaya pîlotên Elman, bertek nîşan da ku şirketa Îralandayê di derbarê muzakereyên rastî de angaje nabe.

Şirketê ragihand ku ji 2400 serferan wê 85’ê wê pêk bîne, lê belê eşkere nekir ka çend rêwî ji grevê bandor bûne.

Şirketa Ryanair, ragihand ku şert û mercên pîlotên Elman gelek baş e, salê 190 hezar euro mehane digirin û îsal  ji sedî 20 mehaneya wan hatiye zêdikirin. Lewre grev pêwîst nake. Greva pîlotên Elman wê 11’ê Tebaxê bi dawî bibe.