Grev û çalakiyên li Fransayê zêde dibin

Grev û çalakiyên li Fransayê ku li dijî paketên nû yên reformê tên kirin zêde dibin. Li gelemperiya Fransayê bi pêşengiya sendîkayan çalakî hatin lidarxistin.

Grevên ku di karên rêyên hesinî, rêyên hewayî, tenduristî û perwerdeyê de tên kirin bandoreke neyînî li jiyana rojane ya li Fransayê dikin. Duh li 130 bajarên Fransayê çalakî hatin kirin.

Wekî din li dehan zanîngehên li gelemperiya Fransayê çalakî hatin organîzekirin û sendîka, xwendekar, rêxistinên antî kapîtalîst û anarşîst daketin qadan.

Li paytexta Parîsê bi deh hezaran kes daketin kolanan û reformên nû yên hikumetê protesto kirin. Polîsan li hemberî çalakiya li Parîsê bi tundî gaz bi kar anîn û li gelek cihan di navbera çalakgeran û polîsan de şer derket. Li gorî sendîkaya CGT, 65 hezar kes tevlî çalakiya li Parîsê bûn. Li gorî polîsan jî 5 hezar kes.

Li gelek bajaran polîsan tevdîrên tund girtin û bi taybetî dor li zanîngehan girtin.

Tê gotin ku grevên li Fransayê wê 1'ê Gulanê roja karker û kedkaran hê berfireh û mezin bibin.