Goreke komî ya leşkeran a ji dema rejîma El Beşîr hate dîtin

Li Sûdanê goreke komî hate dîtin ku cenazeyên leşkerên di dema dîktatoriya Omer El Beşîr de hatin qetilkirin.

Artêşa Sûdanê ku di Nîsana 2019'an de li pêşberî xwepêşandanên mezin ên gel bêçare ma, li dijî El Beşîr ê ku 30 salan li ser desthilatdariyê bû darbe kir û ew têk bir. Hikumeta demkî ya leşkerî-sivîl a piştî hilweşandina rejîma El Beşîr ava bû, dest pê kir ku komkujî û sûcên din ên ku di nava 30 salan de hatine kirin eşkere bike.

PIŞTÎ ÎFADEYA ŞAHIDAN EŞKERE BÛ

Li gorî karê vê dawî yê li paytext Khartoûmê, goreke komî hate dîtin ku tê de cenazeyên bi dehan leşkerên ku bi hinceta hewl dane di sala 1998'an de ji yekîneyeke leşkerî fîrar bikin hatine kuştin. Dozger Tagelsîrr El Hebr têkilarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, ku piştî li şahidên wê demê guhdarî kirine, cihê gora komî tespît kirine.

El Hebr diyar kir ku hin berpirsyarên wê demê ku navê wan di komkujiyê de derbas dibin reviyane derveyî welat.

Ji pisporên ku lêpirsîna têkildarî komkujiyê dimeşîne Alî Saîd jî ragihand ku piştî dîtina gora komî wê karê tipa edlî û pisporên polîsan dest pê bikin.

HATIBÛ GOTIN KU '55 LEŞKER FETISÎNE'; DIBE KU HEJMAR BI SEDAN LEŞKER BE

Rayedarên leşkerî yên wê demê, ji bo oleşkerên fîrar kirin îdîa kiribûn ku li qiraxa Nîl a Şîn fetisîne. Lê belê tevî vê yekê jî cenazeyên 55 leşkerên ku îdîa dikirin fetisîne nedabûn malbatên wan. Saziyên civakî yên sivîl û malbatên leşkeran dibêjin, ku hejmara leşkerên di wê demê de hatin qetilkirin dibe ku bi sedan kes bin.