Girtiyên nexweş ranakin nexweşxanê

Diyar bû ku girtiyê nexweş Medenî Varol ev 3 meh in ranekirina nexweşxanê û rewşa wî ne baş e.

Rûken Varol, xwîşka girtiyê nexweş Medenî Varol, ku Varol li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Rîzeyê girtî ye, got rewşa birayê wê giran bûye, bi birîna 3 guleyan e û domand, ‘’Birayê min beriya bi 2 salan hate girtin, dema ku hatî girtin ji sê deverên xwe bi guleyan birîndar bû. Bêyî ku were dermankirin ew rakirin nexweşxaneyê. Li gel ku doktor got divê were tedawîkirin jî nebirin nexweşxanê. Ev sê meh in qet nabin. Ev 2 sal in birîna wî qet baş nebûye û girantir dibe. Girtiyên din ên bi birayê min re jî bi heman rewşê ne.’’

XWARINA XIRAB DIDIN GIRTIYAN

Varol her wiha got xwarina ku didin girtiyan jî ne baş e, rewşa koxuşên jî xirab e û ev jî bandoreke neyênî li ser tenduristiya girtiyan dike.

Varol bi berdewamî diyar kir dema ku girtî diçin ku malbatên xwe bibînin, 2-3 caran li ser wan digerin dema ku girtî vê qebûl nakin jî ceza didin wan û nahêlin ku malbatên xwe bibînin.

 ‘GIRTÎ LI BENDA DESTEKA GEL IN, DIVÊ KÊFERATEKE MEZIN WERE KIRIN’

Varol herî dawî got bi rengekî sîstematîk zextê li ser girtiyan dikin û got, ‘Girtî dixwazin ku gel li ser rewşa girtîgehan bihistyar bin û em malbatên girtiyan jî  vê hêviyê dikin. Pêdiviya girtiyan bi desteka derve heye. Ji bo girtiyên nexweş bi lezgîn pêdivî bi kêferatên mezin heye.’’