Gerstêrkeke din a jiyan lê 'pêkan e' hate dîtin

Komek ji astronomên navneteweyî sîstemeke rojê ya nû keşf kirin ku herî kêm gerstêrkek 'jiyan lê pêkan e' heye.

Astrofîzîkvanê Spanyayî Rafael Luque ji AFP'ê re axivî û diyar kir, sê gerstêrkên nû kişf kirine ku li dora stêrkeke bi navê GJ357 a li ber vemirînê ye digerin. Ev sîstema ku bi 31 salên ronahiyê ji dinyayê dûr e, li gorî sîstemên din gelekî nêzîk e.

Endamê Enstîtuya Astrofîzîk a Giravên Kanaryayê Luque diyar kir, yek ji gerstêrkên hatine dîtin dibe ku jiyan lê hebe.

Astrofîzîkvanê Spanyayî ragihand, her du gerstêrkên din hîn gelekî germ in.

Di encama lêkolînê de ku gelek astronomên ji gelek welatan tevlî bûn, hate tespîtkirin ku gerstêrka nû hate dîtin mezinahiya wê bi qasî ya dinyayê ye, li dora stêrka xwe digere û ne gelekî dûr e, ne jî gelekî nêzî stêrka xwe ye.

Tê destnîşankirin ku gerstêrk ji ber ku ewqasî dûrî stêrka xwe ye, dibe ku av lê hebe û bi saya vê yekê jî jiyan hebe.

Tê texmînkirin ku germahiya li gerstêrkê jî derdora 53 pileyî ye.