Germa global: Sala 2100'î wê jiyana li Başûrê Asyayê zehmet be
Zanyaran hişyarî dan, ku eger tedbîr neyên girtin, li welatên Başûrê Asyayê heta sala 2100'î wê ji ber germê rewşeke welê derkeve holê, ku jiyan êdî lê ne pêkan be.
Zanyaran hişyarî dan, ku eger tedbîr neyên girtin, li welatên Başûrê Asyayê heta sala 2100'î wê ji ber germê rewşeke welê derkeve holê, ku jiyan êdî lê ne pêkan be.
Li gorî lêkolînek ku di kovara Scîence Advances de hate weşandin, germahiya global a ji ber gaza serayê, wê bandoreke giran li welatên Başûrê Asyayê bike.
Lêkolîn ji aliyê Massachusetts Institute of Technology û Zanîngeha Loyola Marymount ve hate kirin. Di vî karê hevpar de bandora kujer a germa bi nêm li ser tenduristiya mirovan hate lêkolîn.
HÎNDÎSTAN, PAKÎSTAN Û BANGLADEŞ
Li gorî lêkolînê, eger gaza ku rê li ber germahiya global vedike neyê kêmkirin, wê ev yek bandorê li tevahiya Başûrê Asyayê bi taybetî bandorê li Hîndîstan, Pakîstan û Bangladeşê bike. Zanyaran hişyarî dan, ku pêlên germa kujer dibe ku di nava dehan salên pêş de jî li van welatan bê dîtin û destnîşan kirin, ku di sala 2100'î de dibe ku welatên li vê herêmê welê lê bê ku mehên havînê jiyan lê nepêkan be.
Li gorî zanyaran, germa dijwar wê bandorê li derdora çemên Îndûs û Ganjê bike, ku ev der qadeke girîng a çandiniyê û bersivê dide pêwîstiya xurekê ya van welatan.
Zanyarên di nava lêkolînê de cih girtin dan xuyakirin, ku li Başûrê Asyayê hat sala 2100'î germa havînê ya bi nêm wê bi qasî 35 pile be û bibîr xistin, ku ji bo organîzma mirovan zehmetiyê nekişîne, ev yek sînorê herî dawî ye.
Tê gotin, eger armancên Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih were anîn jî, wê germa li Başûrê Asyayê bi qasî 31 pile be û ev jî ji bo tenduristiya mirovan 'xetere' ye.