Gêrîkên kamîkaze celebekî bi serê xwe ne

Encamên lêkolîna komeke navneteweyî ku ji antomolojîst, botanîst, mîkrobiyolojîst û kîmyageran pêk tê ya li ser 'gêrîkên kamîkaze' li malpera bi navê ZooKeys hate weşandin.

Hate tespîtkirin ku cûreyê gêrîkên bi navê Colobopsis explodens ji heman koma celebên gêrîkên 'kamîkaze' ya jî 'gêrîkên teqîner' e ku li Borneo, Taylan û Malezyayê ne.

Taybetmendiya herî girîng a vî celebê gêrîkan ew e; dema xeteriyekê rû da komek ji gêrîkên karker ji bo rizgarkirina koloniyê xwe diteqînin. Bi vê yekê re ya xeteriya dijmin tê kêmkirin ya jî bi şilaviya tê kuştin.

Gêrîkên Colobopsis Explodens vê yekê bi giranî li kêzikên êrîşî koloniyên wan dike, pêk tîne.

Koma navneteweyî di encama lêkolîna xwe de tespît kir ku Colobopsis Explodens bi serê xwe cûreyekî gêrîkan e. Tê gotin ku ev cûreyê gêrîkan ji bo zanyarên lêkolînê li ser wan dikin dibe ku tehlûke be. Zanyaran diyar kirin ku di lêkolîna xwe de wê ji niha û pê ve li ser anatomî, pêşketin û fîzyolojiya van gêrîkan rawestin.