Gera Pence ya li Rojhilata Navîn hate taloqkirin

Hat ragihandin, gera Alîkarê Serokê DYA Pence ya li Rojhilata Navîn hatiye taloqkirin.

Piştî biryara Serokê DYA Donald Trûmp a ku Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir û rê li ber nerazîbûneke mezin vekir, hatibû ragihandin ku wê Alîkarê Serokê DYA Mîke Pence serdana Rojhilata Navîn bike.

Li gorî vê yekê wê Pence îro serdana Qudsê bikira, ji wir biçûya paytexta Misr Kahîreyê û bi vî rengî li herêmê bigeriya. Ji Qesra Spî daxuyaniyek hate dayin û hat ragihandin ku ev serdan hatiye taloqkirin. Hat gotin, serdana Pence ya li Rojhilata Navîn wê di nava meha Çileyê de bê kirin û ji bo sedema taloqkirinê jî, dengdana li Senatoya DYA ya li ser budçeyê hate nîşandan.

Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku biryara taloqkirinê ti pêwendiya xwe bi bûyerên şîdetê û xwepêşandanên li Fîlîstînê nîne.

GELEK HEVDÎTIN BETAL KIRIBÛ

Serdana Alîkarê Serokê DYA Mîke Pence, piştî biryara Trûmp a ji bo naskirina Qudsê weke paytexta Îsraîlê, girîng dihate dîtin. Dihate payin ku Pence li Meclîsa Îsraîlê Knessetê biaxiviya û piştre biçûya Misrê.

Lê belê ji ber biryara Qudsê, Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Ebbas, hevdîtina xwe ya bi Pence re ku hatibû plankirin, betal kiribû. Hamasê jî ji bo şermezarkirina serdana Mîke Pence ya roja Çarşemê, banga lidarxistina çalakiyan kiribû. Li Misrê jî meleyê mezin ê Mizgefta El Ezherê û lîderê ola Kiptiyan Tavadros ê 2. hevdîtina xwe ya bi Pence re betal kiribûn.

Herî dawî, pêşnûmeya Misrê ya ji bo betalkirina biryara li ser statuya Qudsê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hate kirin, ji aliyê 14 ji 15 endaman ve hatibû qebûlkirin. Lê belê DYA ku yek ji endamên timî yê KENY e, erka xwe ya vetoyê bi kar anî û pêşnûme betal kir.

Piştî biryara Donald Trûmp a li ser Qudsê, di bûyer û xwepêşandanan de heta niha 8 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn. Di bûyeran de bi sedan Fîlîstînî hatin binçavkirin.